Ahenga Rengan - Kîjan Reng bi Kîjan Rengan re li Hev Tê?


Reng, ji modayê heta sêwirandina grafîkê, ji dekorasyonê heta çapxaneyê di gelek qadên jiyana me de cihekî girîng digirin. Di jiyana me ya rojane de tiştên ku li pêş çavên me xweşik xuya dikin, li pişt wan ahenga rengan heye. Heke ev ahenga xwezayî tunebûya gelek tişt dê bê wate bûna. Ahenga rengan bizanebûn an jî bêzanebûn bandorê li ser zewqa têgihiştina me dike. Ji ber vê yekê jî ji bo ku reng li hev werin, mirov dikevin nava hewldanan. Hin kes sibehê rengên lihevhatî li xwe dikin, hin kes jî di qada kar de ji bo pesinan werbigirin, ji bo sêwirandina kartvîzîtan rengên lihevhatî yan jî rengên biaheng bi kar tînin.

Heke em werin ser pirsa kîjan reng li kîjan rengî tê, em dikarin bibêjin ku di vê mijarê de gelek xebatên zanistî hatine kirin. Lê belê kîjan reng li kîjan rengî tê, ev girêdayî zewqa mirovan e. Yanî mirov bi awayekî teqez nikare bibêje ev reng ji bo te xweşik e yan jî mirov nikare bibêje îlem ev reng li hev tên. Lê rastiyeke wiha heye ku divê em bibêjin, bi salan e li ser rengan xebatên zanistî tên kirin. Reng li gorî vekirî û girtî hatine kategorîzekirin. Bo nimûne vekirî, vekirîtir, vekirîtirîn; tarî, tarîtir, tarîtirîn... Ji bo vê mirov dikare li kataloga Pantoneyê jî binêre. Em ê di vê nivîsa xwe de encamên lêkolînên li ser rengên li hev hatine, her wiha ji bo her rengekî guncaw rengên din derpêş bikin.

Sor bi Kîjan Rengan re li Hev Tê?

Sor di jiyana me ya rojane de rengekî gelekî tê bikaranîn û biangaşt e. Mirov dikare bi rengên wekî zer, spî, kesk, şîn û reş re bi kar bîne. Bi taybetî jî heke bi rengê reş re bê bikaranîn dê zêdetir dilkêş bibe. Lê heke hûn bibêjin bedewî sadebûn e bila zêde  pirole nebe, wê çaxê hûn dikarin spî û sor bi hev re biceribînin. Her wiha rengê zerê pastel û rengê sorê pastel bi hev re ahengiyeke gelekî baş çêdikin.

Gewr bi Kîjan Rengan re li Hev Tê?

Gewr li gorî tonên xwe bê guhartin jî di gelek qadan de rengekî gelekî karîger e û tê bikaranîn. Di warê lihevhatinê de bi fuchsia(fûşya), tonên sor, pembe, şîn û binefşî re gelekî biaheng e. Bi taybetî jî rengê salê yê 2018'an https://baweragiri.blogspot.com.tr/2018/04/pantoneye-renge-sala-2018an-destnisan.html ultraviolet gava bi rengê gewr re bê bikaranîn dê ji we re karekî gelekî baş derxe holê.

Zer bi Kîjan Rengan re li Hev Tê?

Zer carinan derdikeve pêş geş dibe, carinan jî di cihê xwe de dijmêre. Yanî mirov dikare bibêje ku zer asta xwe zû bi zû nikare biparêze. Li gorî dem û heyaman tê guhartin. Lê di van salên dawî de tonên zerê pastel bi taybetî jî ji bo mode, sêwirandin û dekorasyonê dest bi tercîhkirina wê hat kirin. Gava rengên şîn, lîla, mor, gewr û reş bi zer re bên bikaranîn rengê zer dê xwe bêhtir baştir nîşan bide.

Spî bi Kîjan Rengan re li Hev Tê?

Rengê spî bi taybetî di qada sêwirandina grafîkê de pir tê bikaranîn. Rengekî ku bi rengên din re yê herî lihevkirî ye. Sedema vê jî di bingeha xwe de hemû rengan dihewîne. Rengên şîn, sor û reş jî yên herî baş in ku bi spî re li hev tên. Hûn jî dikarin li gorî qadên bikaranînê xebatên cur bi cur derxin holê.

Pirteqalî bi Kîjan Rengan re li Hev Tê?

Em rengê pirteqalî bixin nava kategoriya zor a nelihevkirina rengan, em ê ne şaş bin. Ji ber ku bi rengên din re zû bi zû li hev nayê. Wisa xuya dike ku bi taybetî jî di van salên dawî de zêde bikaranîna tonên zerê pastel bikaranîna pirteqalî gelekî kêm kiriye. Lê dîsa jî yên ku bixwazin bi pirteqalî re bi rengên cuda ahengekê çêkin, dikarin rengên wekî şîn, lîla, mor, spî û tonên reş bi dilekî rehet bi kar bînin.

Qehweyî bi Kîjan Rengan re li Hev Tê?

Rengê qehweyî bi taybetî cihê xwe di nava retroyê de girtiye (Retro tê wateya demborî, paşda ma, li paş, ber bi paş ve. Retro di salên navbera 1960-1970'yî de bûbû mode. Em dikarin bibêjin ku ew mode niha dîsa bûye mode. Bi taybetî jî di qadên cil û bergên jinan, bazin û gerdenî, berçavkên jinan, modelên berçavkan ên wekî çargoşe, girover, masî û hwd de.) Her wiha hûn dikarin di nava dekorasyonê de jî bi kar bînin û ahengên baş û serkeftî derxin holê. Rengên pîroze, krêm, pembe, kesk û bej jî bi qehweyî re lihevkirineke bêhempa çêdikin.

Şîn bi Kîjan Rengan re li Hev Tê?


Di van salên dawî de yek ji wan rengan ê ku ji bo modayê tê bikaranîn jî şîn e. Ji ber ku şîn bi rengên din re zor li hev tê, mirov bi gelemperî di lihevanîna wî de çewtiyan dikin. Mirov dikare rengê şîn bi rengên sor, zer, spî, qehweyî, pirteqalî û pembe re kombîne bike. Her wiha mirov dikare tonên van rengan jî bi şîn re bixwe nava ahengê. Em dîsa dubare bibêjin, dema ku hûn rengê şîn bi rengên din re kombîneyan çêdikin divê hûn du caran bifikirin!

Kesk bi Kîjan Rengan re li Hev Tê?

Divê em pêşî diyar bikin ku rengê kesk par wekî ''Rengê Salê'' hatibû hilbijartin. Rêveberên Enstîtuya Pantoneyê ew wekî ''nûbûn û bêhnfirehî'' pênase kiribûn. Rengê kesk di gelek qadan de tê bikaranîn. Lê di navbera tonên wî de cudahiyên mezin hene. Ji ber vê yekê kombînekirina rengan gelekî girîng e. Lê hûn dikarin bi dilekî rehet bi rengên zêrê qehweyî, pirteqalî, zer, qehweyî, gewr, krêm, reş û spiyê krêmî re kombîne bikin.

Pembe bi Kîjan Rengan re li Hev Tê?

Her çi qas pembe muamelya rengekî ji civakê dûr e dîtibe jî, êdî ji aliyê gelek beşên civakê ve di gelek qadên jiyanê de pir zêde tê bikaranîn. Mirov dikare bi pembe re ahengên serkeftî derxe holê. Lê divê bê zanîn ku heke mirov baldar nebe û rengên bijarte hilnebijêre, mirov dikare xebatên neserkeftî jî derxe holê. Ev bi taybetî ji bo pembe wisa ye. Mirov dikare bi rengên mîna kesk, keskê vekirî, gewr, pîroze û şîn jî bi pembe re kombîneyeke baş çêke.

Pîroze bi Kîjan Rengan re li Hev Tê?


Rengê pîrozeyê ji aliyê gelek mirovan ve tê hezkirin. Lê gava mijar tê ser dê bi kîjan rengan re bê bikaranîn rewş cuda dibe û gelek pirsan di serê mirov de çêdike. Lê mirov dikare sor, zer, krêm û tonên mor bi pîrozeyê re bi kar bîne.

Di Sêwirandina Grafîkê de Ahenga Rengan

Di qada kar de sêwirandin bi gelemperî li gorî rengên ku şîrket bi kar tînin an jî li gorî markayan şêwe digirin. Lê mirov dikare ji bilî vê hinek rengên din jî bi ser rengan ve zêde bike. Ev yek jî dibe ku serkeftina kar mezin bike. Heke hûn agahiyên ku me li jorê dan ji bo sêwirandinê bi kar bînin, hûn ê karên gelekî serkeftî bi dest bixin.

Encam

Piştî van agahiyan hûn ê bixwazin ji bo cil û bergan, ji bo dekorasyona mal û dikanan an jî ji bo çapxaneyê rengan li hev bînin. Belkî hûn ê bixwazin broşur, kartvîzît û belavokan bidin çêkirin. A di vir de Lîloza Ajans li cem we ye! Bi salan e ku em giringiyê didin sêwirandinê dixwazin ji bo we jî kar û xebatên baş û serkeftî pêk bînin.



Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê