Kayıtlar

Nisan, 2018 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Ahenga Rengan - Kîjan Reng bi Kîjan Rengan re li Hev Tê?

Resim
Reng, ji modayê heta sêwirandina grafîkê, ji dekorasyonê heta çapxaneyê di gelek qadên jiyana me de cihekî girîng digirin. Di jiyana me ya rojane de tiştên ku li pêş çavên me xweşik xuya dikin, li pişt wan ahenga rengan heye. Heke ev ahenga xwezayî tunebûya gelek tişt dê bê wate bûna. Ahenga rengan bizanebûn an jî bêzanebûn bandorê li ser zewqa têgihiştina me dike. Ji ber vê yekê jî ji bo ku reng li hev werin, mirov dikevin nava hewldanan. Hin kes sibehê rengên lihevhatî li xwe dikin, hin kes jî di qada kar de ji bo pesinan werbigirin, ji bo sêwirandina kartvîzîtan rengên lihevhatî yan jî rengên biaheng bi kar tînin. Heke em werin ser pirsa kîjan reng li kîjan rengî tê, em dikarin bibêjin ku di vê mijarê de gelek xebatên zanistî hatine kirin. Lê belê kîjan reng li kîjan rengî tê, ev girêdayî zewqa mirovan e. Yanî mirov bi awayekî teqez nikare bibêje ev reng ji bo te xweşik e yan jî mirov nikare bibêje îlem ev reng li hev tên. Lê rastiyeke wiha heye ku divê em bibêjin, bi salan e l

Pantoneyê Rengê Sala 2018'an Destnîşan Kir - Ultraviolet

Resim
Enstîtuya Pantoneyê der barê rengan de di cîhanê de yekemîn e û xwedî otorîteyekê ye. Pantoneyê wekî her sal îsal jî rengê salê destnîşan kir. Enstîtuyê rengê sala 2018'an ultraviolet hilbijart. Enstîtuya Pantoneyê da zanîn ku rengê ultraviole tê wateya resentî, afrînerî û vîzyonê. Wisa xuya dike ku di heyama bê de em ê rengê ultravioletê hem di modayê de hem jî di qadên şêwekariyê(grafîk) de pir zêde bibînin. Di nava  şêwekariyê de elementên herî zêde tên bikaranîn reng in. Ji ber vê yekê reng her wiha şopnadina trenda rengan, ji bo sêwirandina şêwekariyê gelekî girîng in. Pantoneyê ji bo sala 2018'an rengê kesk hilbijartibû. Piştî vê daxuyaniyê rengê kesk hem ji bo grafîkan hem jî ji bo modayê gelekî hat bikaranîn. Sedema hilbijartina rengê kesk tê wateya ''nû û bêhnfirehî''yê. Ji ber tevliheviya cîhana ku em tê de ne ev reng wê wateyê dide, hat hilbijartin. Îsal jî rengê ultravioletê wekî resentî û afrîneriyê derdikeve pêşberî me. Gerînendeyê Enstîtuy