Kayıtlar

Şubat, 2018 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Bernameya îllustratorê

Resim
Adobe îllustrator wekî bernameya şêwekariyê di cîhanê de, di rêza yekemîn de cihê xwe digire. Cara yekemîn di 19ê adara sala 1987an de hatiye bikaranîn. Mirov dikare bibêje ku ev nêzî 30 salan e tê bikaranîn. Yek ji taybetmendiyên îllustratorê jî vektorî ye. Ji bo xêzkirin û sêwirandinê bêqusûr e. Ev bernameya bêhempa karîgeriya xwe ji nivîsbariya wê ya baş digire. Dema ku mirov lê dinêre, hem ji aliyê taybetmendiyên xwe ve, hem jî ji aliyê derfetên cur b i cu ên ku dide bikarhênerên xwe ve gelekî pêşketî ye. Illustratorê di qada bazirganiyê de cihekî berfireh girtiye û derfet dide ku mirov sepanên grafîkê yên vektorî, çap, malper, vîdyo, ji bo mobîlan logo, sembol, xêzkirin û cureyên tîpografîk pêk bîne. Mirov dikare bi kurtasî taybetmendiyên îllustratorê di bin van serenavan de kom bike: 1- Qada destpêkê ya xebatê 2- Pêkanîna belgeyeke nû 3- Tomarkirina belgeyekê û bi rêyeke kurt cardin gihîştina wê 4- Kontrolkirina pace û panelan 5- Der barê dîmenderê de agahî 6- Birê

Zerdost 1

Resim
A ku li ser mirovahiyê tê ferzkirin tarîtî ye. Tarîtî hemû aliyên mirov ên baş ji holê radike. Ew dibêjin ku yan bawerî yan jî firandina serî. Belê bawerî, lê baweriyeke çawa, ew bawerî dê xizmeta kê bike? Welleh welleh ez ku te bigirim, ez ê gijika serê te rakim tarîtî, ez ê zikê te bidim ber xençera ronahiyê tije qencî bikim, ez ê bikim ku tu wê kîn û zikreşiya xwe vereşî! Belê, pêxemberê ronahiyê, qasidê qenciyê van peyvên zêrîn ên kêrhatî yên ji bo mirovahiyê wiha rêz dikirin. Di vê navberê de tarîtî jî vala nedisekinî. Wî li her derê navê ronahiyê xera dikir. Agir û ronahî wekî Xweda nîşan didan û digot ku Zerdost  agirperest e, baweriya xwe bi wî neynin! Ew yekî dîn, jirêderketî, şêt û nezan e. Binêre Wêrdar, di baweriya me de çav jî, dest jî, dil jî, mêjî jî her dem şiyar in û biwêrek in. Nabe ku yek tirsonek, yek jî biwêrek be. Bi gotineke din nabe ku çav tirsonek be, dest mêrxas be. Bavê te çima navê te lê kiriye ''Wêrdar'' tu dizanî? Erê Zerdost. Dema k