Kayıtlar

Ağustos, 2017 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Elî Herîrî (1009-179)

Resim
Elî Herîrî li bajarokê Herîrê  ya girêdayî bajarê Hewlêrê, di sala 1009’an de ji dayîk bûye. Di sala 1079'an de li bajarojê Herîrê koça dawî kiriye û li heman cihê hatiye veşartin.  Elî Herîrî yekemîn wêjevanê Kurd e ku piştî hatina îslamê bi zaravayê kurmancî helbest nivîsiye. Hêjatiya Baba Tahirê Hemedanî di zaravayê Lorî de çi be yê Elî Herîrî jî di zaravayê Kurmancî de jî ew e.  Dîwanek helbestan a ku bi zaravayê kurmancî ya Elî Herîrî heye. Her çi qas gelê Herîrê di roja me ya îro de bi zaravayê kurmanciya jêrîn biaxive jî, lê tê gûmankirin ku gelê Herîrê wê demê bi kurmancî axivîne. Ji ber wê demê Herîr gundekê yê Çela Colermêrgê ye. Gelek helbestên wî yên binirx di hene. Hisna te ya hebîbe Dilê min jê xerîb e Elî tu bikî nesîbe Dest bidit wesale Hisna te ya dilxal e Dilber lebsî siyah e Bi min kaabe Ellah e Tewaf dikim her sal e Ji Hind bînin talanî Bikin kilê sibhanî Ji bo çavê  Şa-Siltanî Dema bêtin ser sal e Çend bibêje Elî sadiq Ji esrar û deqayiq Ji

Baba Tahirê Uryan (938-1010)

Resim
Yekemîn danerê çarikan bi zimanê Kurdî û hozanvanekî Kurd e. Ji Rojhilatê Kurdistanê ji bajarê Hemedanê ye. Ew bi Baba Tahirê Uryan,  Baba Tahirê Hemedanî û Baba Tahirê Lorî jî tê naskirin.  Navê wî rast Tahir e. Ji ber ku ew ji hêjayên ola yarsan bû; digotinê Baba ku hemwateya peyva pîr e, ya ku bo rêberên olî dihat bikaranîn. Wî bawerî bi sofîzmê dianî û ji ber vê yekê jî navê Uryanî yanî rûtî li xwe kiribû. Ew di sala 938’an de li Hemedanê ji dayîk bûye û her li heman cihî di sala 1010’an de koça dawî kiriye. Ji eşîra Loran e. Wekî tê zanîn Lor di nava Kurdan eşîrek dîrokî ne. Baba Tahir helbest û şîretên xwe bi kevintirîn zaravayê lorî nivîsandine. Li gorî gelek jêderên dîrokî yên kevin Baba Tahir Kurê malbatek xîzan bû. Baba Tahir kesayetek jîr, şareza, aqilmend û xwedî hişek fireh bû. Her çi qas wî bi zaravayê Lorî nivîsandibe jî lê Goranî jî dizanî; her wiha wî carnan zaravayên din jî tevlî helbestên xwe dikirin û wî bi riya helbestê, xwe  bi vî awayî daye naskirin. “Ez ust

Lîza Xanim

Resim
Navê vê xatûna dildar ku wekî gewhereke şev çirayî di wêjeya Kurdî de diteyîse. Lîza Xanim, ji ber ku ji malbata wê re Cafê ciwanro tê gotin, heman navmalbat li dawiya navê wêjevana me jî tê bikaranîn û dibe Lîza Xanima Caf. Lîza Xanim di sedsala pêncama koçî de jiyaye. Ew eslê xwe ji bajarê Şarezûrê ye. Lê belê demek dirêj li Loristanê jiyana xwe domandiye. Di pirtûka Serencamê de jî tê gotin ku Lîza Xanima Caf yek ji alîgirên Şa Xweşîn tê jimartin. Ji Lîza Xanimê hinek helbestên du malik li cih mane û gelekê xweş û balkêş in. Lîza Xanim di lêdana tembûrê de jî şareza û hotsa bû. Wê helbestên bi awaz û bi lêdana tembûrê, li camêrxane û dîwanxanan de digot. Mînak ji dumalikên Lîza Xanimê Heyder seraf Heyder seraf Çendî ne Eyne bîm ne gêc taf Îsa mewçan penem kiçe caf Qebale marî ne taş mefaf Wate: Ey heyderê gewher nas, demekê ez di eynêyê de bûm. Ez di nava gêjîtiya tavgeha wê avahiyê de dijiyam. Niha ji min re dibêjin ey keça Caf, dibêjin tu kodeya sir û razan a yarî ku

Behlûlê Mahî (-835)

Resim
Du malik ji helbesta Behlûl Behlûl zatê wan zat yekdan e Amîyan maçan Behlûl dêwan e Kî dî dêwan e, weytewer dane bo Merkewene meydan gerdûn rana bo Wate: Behlûl tîrêja Xwedê ye. Her çend ku hin kesên bêagah û nexwende wî wekî dîn dizanin, kî û kê dîtiye ku dînek ew qas hêja, zana jîr bûye û hespê xwe yê zanistê di qada hevçerxa gerdûnê de bibezîne. Jînameya Behlûlê Mahî (Sedsala heştemîn-835) Navê wî Emerê kurê Leheb e û bi Behlûl hatiye nas kirin. Heta niha sala ji dayîkbûna wî ne diyar e, lê tê gotin ku ew di sedsala heştan de li Mahîlkufê ji dayîk bûye.  Dibe ku di sala 835’an de li Tengegolê miribe û li wê derê hatiye veşartin. Rêbaza Behlûl, rêbaza Yarsan rêbazek ya xudênasîn û derwîşiyê ye û hinek jî wî olî wekî oleke ji ola Mîtrayiyan çiqdayî dinasin. Ew çû Bexdayê. Piştî demekî ji mana xwe ya li Bexdayê, qesta Kirmaşanê kiriye û li wê derê rêbaza Yarsiyan belav kiriye û gelek mirîd peyda kirine. Tê gotin ku hinekan dabaşa wî bi xirabî li cem xelîfê pêncan ê E

Pîr Şalyar (1006-1098)

Resim
Pîr Şalyar an Pîr Şehriyar ku bi Pîrê Şalyarê Hewramî navdar bû, yek ji pîr û mezinên ola yarsaniyan bû. Navê wî Xudadad kurê Camaspeyî ye. Ew di sala 1006'an de li Hewramanê ji dayîk bûye. Di xortaniya xwe de çûye Loristanê, li cem Şa Xoşên ê ku rêberê ola Yarsaniyan bû û sê salan li wê derê ma. Ew li ser daxwaza Şaxoşênî vegeriyaye Hewramanê û li wê derê bîr û baweriyên Yarsaniyê belav kirin. Ew di zanista gotin û mentiqê de pispor bû û di sala 1098'an de mir. Hinek wî wek rêberê zerdeştiyan ê herî dawî yê li Hewramanê bi nav dikin.  Pîr Şalyarî pirtûkek şîretan bi navê ''Marîfeto Pîr Şalyar'' bi Kurdiya Goranî li pey xwe hiştiye û ew li cem Hewramaniyan pir pîroz e û li wê derê hinek dibêjin ku ew ji Quranê kevnitir e, ji ber ku îslam piştî hîngê gihaye Hewramanê. Beyt, bend û şîretên Şalyarî yên di wê pirtûkê de hene, ji zardevê xelkê hatine wergirtin û nivîsandin. Tama Zerdeştiyê di helbestên Pîr Şalyarî de serdest e, Kurdiya wî ji Erebî pak e û ev bi

Mih û Gur

Resim
Rojekê bihar bû, erd kesk, esman şîn bû. Şivanekî keriyê pezê xwe berdabû nav zeviyekê. Mihek ji kerî veqetiyabû û bi serê xwe diçêriya. Piştî demekê mihê li dora xwe temaşe kir, dît ku ji hevalên xwe gelek dûr ketiye. Mih vegeriya ku here cem hevalên xwe, lê gurekî wekî kerekî bi dizîka hat û xwe avête mihê û wê girt. Mih ji gur re got: -Birayê gur, berî ku tu min bixwi, daxwaziyeke min ji te heye. Gur got: -Kerem ke bibêje ka çi ye? Mihê got: -Ez dixwazim tu ji min re straneke melûl melûl bibêjî paşê min bixwî. Gur got: -Bila be, serçavan. Gur dest bi strana xwe kir: -Ûûûûû... ûûûûûûû... Bi dengê strana gur kûçikên şivanan hatin û dora gur girtin. Gur dît ku kûçikan dora wî girtiye, ji xwe re got: ‘'Erê lo, ma bavê min stran gotine, ma kalê min stran gotine, heta ku ez bibêjim!’' Gur gelek lavayî ji kûçikan kir ji bo ku wî bibexşinin. Lê kûçikan guh neda lavayên gur û wî xeniqandin.

Bila Mamoste li Zarokan Nexin ji Wan Hez bikin

Resim
Dema ku em piçûk bûn, ji ber ku me tirkî nedizanî û me ji mamoste tiştek fêm nedikir, wî bi awayekî dijwar li me dixist. Bi taybetî mamosteyekî bi navê Kenan ji Yozgatê bû, pir li me dixist. Zilam nedigot ev dev e, ev poz e yan jî ev serî ye, ku biketa ber lê dixist. Guhên me kaş dikir, me li ser lingekî dihişt û bi şivê li dest û neynokên me dixist. Mirov digot qey ev zalim bi taybetî anîne gund ji bo ku li zarokan bixe, bi cî kirine (paşê eşkere bû ku kesên mîna wî ji bo ku zarokên kurdan bikin tirk şandine kurdistanê) ez ê li vê derê nekevim nava mijara kî kê çima şandiye, ji ber ku tê zanîn. Heke em dîsa werin ser mamoste (!) wî zarokên jîr an jî yên bi dilê xwe li refê pêşîn dida rûniştandin ên ne li gorî dilê wî bûna jî li refên dawî dida rûniştandin. Cihêkariyeke mezin dixiste navbera zarokan. Ez li refê duyemîn rûdiniştim. Li refên dawî çend zarok hebûn ku bi taybetî hevalê Mistefa gelekî lêdan dixwar. Tê mîra min mamoste Kenan carekî hêrs bû, pêşa çakêtê xwe xiste

Min ji Hemêza Şevê re Nehêle

Resim
Min ji hemêza şevê re nehêle. Her der dîwarên bikevir in, bajar pêxwas e. Kevokên bêkes, neçin! Ez di tunebûnê de çivîkeke bêper im. Serî li ku bidim rûyê te, xem tijî ne bêyî te, neçe! Darên demsalî ji singa xwe pelên zer diweşînin, ez dibêjim neçe dê stêrk bicemidin! Dilê min dibe merxa siyeke bi tenê. Roj vedimire, sî mezin dibe. Xemgîniyeke ne xweş xwe berdide ser bajêr, neçe! Ez ê bimirim, neçe!

Ez dibêjim qey dengê te tê...

Resim

Daçekên Agahdariyê (der barê…de / der heqê...de)

Resim
Dema ku mirov bixwaze fikirê yekî der barê tiştekî de hîn bibe, mirov bi daçekên agahdariyê hîn dibe. Her wiha mirov bi xwe jî dikare fikirê xwe bi van daçekan bîne ziman. Heke di hevokê de ''der barê'' yan jî ''der heqê'' hebe, pêşdaçeka ''di…'' nayê nivîsandin, bi tenê paşdaçeka ‘’…de’’ tê nivîsandin. Her wekî ''der barê…de/der heqê…de'' . Mînak: Tu der heqê vê mijarê de çi difikirî? Der barê mijara duh de raporekê binivîse. Min duh di civînê de der heqê xwendekaran de nêrîna xwe anî ziman. Der barê tenduristiyê de gelek agahî hatine bidestxistin. Heke tu der heqê vê de tiştekî nebêjî nabe. Serokwezîr îro der barê aboriyê de 45 deqe axivî. Kî dizane ew niha der heqê min de çi difikre. Bawer Agirî

Ravek Bûye Gur Mamosteyên Kurdî li ku ne?

Resim
Ez carinan li ser înternetê lêkolîna hin tiştan dikim. Mijar çi dibe bila bibe ferq nake. Mijara min a îro ''ravek'' bû. Dema ku ez di geroka Googlê de tiştekî bigerim, ez pêşî bi kurdî dinivîsim lê digerim, lê heke ez negihêjim encameke ku ez dixwazim, îcar bi îngîlîzî, almanî yan jî bi tirkî dinivîsim û lê digerim. Wer hasil min di Googlê de nivîsî ravek û min pê li gerokê kir. Di serî de malpereke bi almanî ravekglassart.com derket pêşberî min. Dûre min çavên xwe li jêr gerandin, dîtina ku min dît, xwezî min nedîta. Navên ku bi ravekê hatine nivîsandin gişk biyanî bûn.  Ez ketim beşa wêneyan çavpêketina ku ez çav pê ketim, xwezî ez çav pê neketama. Wêneyekî gur, bi tîpên mezin li ser dinîvîse RAVEK û li jêra wê jî bi tîpên mezin, bi îngîlîzî dinivîse THE WOLF yanî gur. Ez şaş û mehtel mam. Raveka me kengê bû gur anku bû THE WOLF? Meger ravek bi zimanên biyanî jî tê wateya hin tiştên din.  Ez zêde serê we neêşînim dûre ez bi tirkî li ravekên kurdî geriyam, lê

Cînavkên Xwedîtiyê

Resim
Cînavkên xwedîtiyê bi veqetandekên binavkirî   ‘’-a’’,  ‘’-ê’’ û ‘’-ên’’   pêk tên. Lê ev veqetandek bi tena serê xwe nikarin bibin cînavk. Di kurdî de veqetandekên binavikirî  bi cînavkên kesane yên  tewandî;   ‘’min, te, wî/wê, me, we, wan’’ , cînavkên şanîdanê;   ‘’vî, vê, van’’ , cînavka   ‘’xwe’’   û bi cînavkên berbihevîn;  ‘’hev û êk’’  pêk tên. Li vir ji cînavkan zêdetir ez dixwazim balê bikişînim ser mijara piştî qedandina peyvekê ya ku li gorî zayend û mêjerê bi dengdêrê diqede dibin  ‘’yê (yekjimar nêr),  ya (yekjimar mê), yên (pirjimar’’  û bi dengdarê biqede jî dibin  ‘’a (yekjimar mê), ê (yekjimar nêr), ên (pirjimar)’’  . Bi gotineke din dema ku tîpa peyvekê bi dengdêrê biqede tîpa kelijandinê  ‘’y’’  digire. Ji bo ku mijar zelal bibe, em dikarin çend mînakan rêz bikin. Peyvên ku bi dengdêrê diqedin ‘’ ya  (yekjimar mê)’’  digirin. Mînak: Meta Zozanê  ya  li Amedê bûye bijîşk. Mala me  ya  li gund ji  ya  bajêr xweştir e. Enstîtuya Kurdî  ya  Stenbolê her sal

Dema Ku Dîktator Fêm Bikin

Resim
Dema ku dîktator fêm bikin dê winda bikin, derdorê dikin gola xwînê.  Dîktator heta şerê navxweyî dernexin, naçin. Lenîn Werger: Bawer Agirî

Malbata Zimanên Hind-Ewropî

Resim

Dem ne Dema, Safewî, Osmanî û Ereban e

Resim
Şengal ji bo komkojiyê bi tenê nimûneyeke ji bo dema nêzîk. Heke em bi giştî qirkirina kurdan hildin dest, em ê baştir bigihêjin encamên rast. Dema ku artêşên îslamê ketin axa Kurdistanê komkojî dest pê kir. Kurdên ku ji ber bêçarebûnê îslam qebûl kirin, ketin rewşa koletiyê. Çi çaxa ku kurdan îslam qebûl kirin, wê demê bindest, şerpeze, koçber û perîşan bûn. Dema ku mirov li kurdên sûnî dinêre yên xwe nas dikin ne tê de, meyla wan a radestbûnê, gelfirotinê û nokeriyê hîn zêde xuya dike. Çimkî di bin hişê wan de şopên serîtewandinê bi cî kirine. Gelekî ku bi darê zorê hatibe bindestkirin, çand û hunera wî hatibe guhartin, ziman hatibe bişaftin, rihê netewebûnê pê re tune be ne mimkun e ku di demeke kin de were ser hişê xwe. Hêzên desthilatdar piştî bidestxistina axa neteweyekê, ji bo mayîndekirina destkeftiyên xwe hemû cure hîleyan dixin dewrê. Yek ji wan hîleyan jî ''Heke hûn dengê xwe nekin, em bira ne.''  Bira? Bi çi awayî? Heta kengê? Bi rastî jî em ê bibin bi

Hokerên Cih û Berekê yên Nediyar

Resim

Mamosteyek Kurdan Baş Mînak Nîşan Dide Lê?

Resim
Mamosteyekî zimanê tirkî waneya xalbendiyê dide şagirtan. Mijar tê ser pirsnîşanê. Îcar di vê mijarê de kurdan mînak nîşan dide. Dibêje ku kurd di vê mijarê de gelekî serkeftî ne. Çimkî ew pir xweşik dipirsin. Wekî mînak: Yemek yedin?(Te xwarin xwar?) Uyudun?(Tu razayî?) Fındık yersin?(Tu yê findiq bixwî?) Mamoste kurdan wekî mînak baş nîşan dide, lê nizane di kurdî de pirs bi piranî bi rêya kirpandinê tên kirin. Wekî mînak, di hevokên ''Tu nayê?'', ''Ew razaye?'', ''Dengê min nayê?'' de pirs bi rêya kirpandinê hatine kirin. Ev jî dewlemendiya zimanê kurdî ye. Ji ber ku mamoste mîna aqilê dewletê faşîst e, nabêje kurd, dibêje ''doğulu'' yanî rojhilatî. Heke hezkirina kurdan di dilê wî de hebûya dê bala xwe bida rêzimana kurmancî jî. Dê bidîta ku di kurdî de pirs bi rêya kirpandinê tê kirin. Lê mixabin ew jî wekî gelek kesên ku bi aqilê dewletê yê faşîzane dijî. Ji ber vê yekê jî ne mimkun e ku hînî kurdî bibe yan j