Kayıtlar
Temmuz, 2017 tarihine ait yayınlar gösteriliyor
Gihanekên Nexwerû
- Bağlantıyı al
- E-posta
- Diğer Uygulamalar
Gihanekên nexwerû gelek in. Ew herî kêm bi du hêmanan pêk tên. an...an... An serkefitn an serkeftin! An mirin an felat! an…na Ew hevalê hevala te ye an na ? Tu yê bibêjî an na, ez ê bibêjim. an...an jî... An em ê biçin sînemayê an jî biçin şanoyê. An tu yê werî an jî Zozan. berî ku Berî ku em biçin, me amadekariya xwe kir. Berî ku ez binivîsim, ez difikirim. çawa ku Çawa ku wî ez dîtim, destê xwe ba kir. Çawa ku kete dibistanê, kete bîra wî. çi...çi... Çi ji milê rastê, çi ji milê çepê re dikarî bigihêjî parka Cegerxwîn Çi ji aliyê dê û çi ji aliyê bavê ve hebû, li wan parî kirin. çima ku Ji hevalê xwe xeyîdî ye, çima ku agahdar nekiriye. Rojhat xwe tawanbar dike, çima ku nekariye ezmûnê bide. da ku Ez ê nameyê sibê zû bişînim, da ku zû bigihêje destên wan. Ez ê jê re helbestan bişînim, da ku bide televîzyonê. dibe ku Tu jî bibêjê, dibe ku ji bîr bike. Min
Gihanekên Xwerû
- Bağlantıyı al
- E-posta
- Diğer Uygulamalar
Gihanek bi serê xwe ne xwediyê tu wateyê ne, lê peyvan, komek û hevokan bi hev ve girê didin, an jî peyvekê, komekê bi hevokekê ve girê didin. Hin daçek, hoker, lêker, cînavk, rengdêr û navdêr bi erkên gihanekî tên bikaranîn; di yên xwerû û nexwerû de cih digirin û bi vî awayî dibin gihanek. Ji aliyê peyvsaziyê ve gihanek du beş in: Ên xwerû û yên nexwerû. Gihanekên xwerû ji yek hêmanan pêk tên. Di zimanê nivîskî de gihanekên xwerû yên herî zêde têne bikaranîn ev in. lê, an/yan, ango/yanî, de, heke/eger, heta/heya, jî, ka, ku, lewre/loma, ne, û... Mînak: an/yan Pênûsa sor an a zer bide min! Pelê çirî yan ê neçirî, ev hemû yên we ne. ango/yanî Ew bi arsimê ketiye ango pir serma xwariye. Ew bi arsimeke giran ketiye, yanî hê nexweş e. de De çi dibe dibe, em ê nameyekê jê re binivîsin. De kê gotiye gotiye, hûn ji xwe re nekin xem. heke/ eger Heke wisa be, ez ê wî bişînim
Gotinên Gelêrî 1
- Bağlantıyı al
- E-posta
- Diğer Uygulamalar
Erdê jorîn li xeto Erdê jêrin li xeto Li ser me re refik beto Înglîz bû hikmeto Mirin ketî qurbeto Mexfer ketî mobeto Ehbabê min Ezeto Çi qas bi sir û rûbeto Li cem ehbaban bi qîmeto Yegdir yoxme çûmîre Qunmiş nehya mudîr e Wele rêka min dûr e Têl û ka tembûr e Li ser min re çû enbûre Mast keyend ber de tûr e Ehbabê dûr bi nûr e
Gihanek 1
- Bağlantıyı al
- E-posta
- Diğer Uygulamalar
Ev peyvên ku bêje, komek, hevokên sereke û yên pêreyî bi hev ve girê didin re gihanek tê gotin. Hêmanên gihanekî neguherbar in, bi serê xwe ne xwediyê wateyên girîng in. Lê di hevokê de rolên alîkar ên girîng dilîzin. Çend heb gihanekên sereke : ji ber ku (dolayı) Sedemê diyar dike. Mînak : Ji ber ku ez sibê zû radibim , ez êvarê zû radizêm . Ez ê sibê biçim, ji ber ku betlane xilas bû. loma/lewre (o yüzden) Hevokê xurt dike. Mînak : Ez şev gelekî pirtûkan dixwînim , loma ez dereng radizêm . Ew sibê taştê hindik dixwe, lewre zû birçî dibe. lê belê (ancak) Bi kêrî dîtina hincetan tê . Mînak : Ez dikarim wêneyên keştiyan xêz bikim , lê belê ez nikarim avjeniyê bikim . Zozan dikare mamostetiyê bike, lê belê nikare bijîşktiyê bike, her wiha (hakeza) Ji hevokekê derbasî yeke din dibe, pêrebûnê diyar dike. Mînak :