Kayıtlar

Haziran, 2017 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Pûtperestî - Pûtneperestî

Pûtperestî - Pûtneperestî Hin olperestên ku kromozomên wan çil û pênc in (di biyolojiyê de heke kromozomên mirovan ji 46'an kêmtir an jî zêdetir bin ew wekî kêmaqil tên hesibadin) peykerê Ehmedê Xanî yan jî peykerên kesayetên girîng wekî pût bi nav dikin. Ka em li wateya pûtê binêrin bê ka pûtperestî çi ye pûtneperestî çi ye. Di civakên pêşîn ên hoveber de wisa dihat bawerkirin ku di hin mirovan de hêza dervî asayî, hêza efsûnî ya Xwedayî heye. Ji ber vê yekê jî wan ew wekî Xweda didîtin û dihebandin. Mirovên hoveber bi baweriya feydeya peykerê dê bigêje wan bi texte, herî yan jî bi keviran peykerên mirovan (qiralan) çêdikirin. Her wiha ji bo ku wan bi bîr bînin, rêz û hurmetên xwe pêşkêşî wan bikin û sûdê ji wan werbigirin peykerên wan çêdikirin. Wekî tê zanîn di civakên hoveber de peyker/pût bi awayekî negatîf hatiye bikaranîn. Di demên berê de mirovan mirov dixistin şûna Xwedê û bawerî bi wan dianîn. Ev peykerê li jêr xanedana firewn temsîl dike. Peyva ''firewn'