Kayıtlar

Mayıs, 2017 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Teral

Resim

Girîngiya Zimên

Resim
Ziman, hêmana bingehîn a ragihandinê ye. Mirov bi rêya ziman fikir, hest û ramanên xwe tîne ziman û têkiliyan bi hev re datîne. Ziman pira navbera paşeroj û pêşerojê ye. Bêyî ziman têkiliya mirovan ne mimkun e ku pêk were. Ziman ferdên civakê bi hev ve girê dide û di navberê de dibe navgîna sereke. Ziman navgîna xwendin û nivîsandinê ye û bi axaftinê jî têkiliyeke xurt di navbera mirovan de çêdike. Ji ber vê yekê jî ziman amrazekî sereke yê di navbera jiyana mirovan de ye. Mirov bi saya ziman xwe îfade dike û hemû xewn û xeyal, daxwaz û xwestekên xwe pêk tîne. Mirov dikare bibêje ku firça di destê wênesaz de çi be, ziman jî ji bo mirovan ew e, risteyên helbestan ji bo stranan çi bin, ziman jî ji bo xwederbirîn û xweîfadekirina mirovan ew e. Bi saya ziman helbest, roman û gelek mijarên din hatine nivîsandin û têne nivîsandin. Şano têne nivîsandin û lîstin. Mirov bi nivîsên wiha re bi pêş dikeve û bextewar dibe, dibe xwedî agahî û zanînê. Mirov bi xwendinê hînî babetên cuda dib

Bişaftin - Xwebişaftin

Resim
Bişaftin - Xwebişaftin Ji bo ku dewletên dagirker gelên din têkin bin kontrola xwe û têkin bin xizmeta xwe şûna kuştinê rêbaza bişaftinê bi kar tînin. Ji ber vê yekê jî bişaftin rêbazeke herî xeternak e ji bo gelên bindest. Desthilatdar an jî dagirker bi siyaseteke durû, xapandin, çewsandin û helandinê vî karî dimeşînin.   Wekî tê zanîn gelek bişaftin li ser gelan hatiye maşandin û bi taybetî li ser gelê kurd. Dagirkeran her cure rêbazên bişaftinê pêk aniye. Li rojava ji bo valakirin û tunekirina gund û bajarên kurdan di sala 1965'an de plana kembera erebî hatibû amadekirin. Di sala 1974’an de ev plan dane destpêkirin. Ji bo tunekirina ziman, çand, kevneşopî, dîrok û ji bo her tiştekî kurd ji holê rabe xebatên dijmirovane pêk anîn. Rejîma Sûrîyeyê malên kurdan jê standin, ew nefî kirin û politîkayên erebkirinê dane destpêkirin. Ji bo ku kurd ji kurdbûna xwe şerm bikin, erebbûn û erebî derxistin pêş. Bi deh hezaran ereb di bajarên kurdan de bi cî kirin. Navên gund