Kayıtlar
Mart, 2017 tarihine ait yayınlar gösteriliyor
Bîranînek Ji Bo Min Dê Qet Neyê Jibîrkirin
- Bağlantıyı al
- E-posta
- Diğer Uygulamalar
Dema ku pileya bêriyê derkeve asta herî jor û mirov hew bikaribe kontrolê bi dest bixe, bi çi awayî dibe bila bibe, mirov ji bo agirê hesretê vemirîne, berê xwe dide bendewarê xwe. Belê bendewar. Ew bendewarê xweşik û delal, nazik û nazenîn e. Warê me, evîna me, landika me ye. Ew cihê bav û kalên me ye. Kela jînê ye. Erê, daxwaza me ya çûna Agiriyê ji ber vê yekê bû: ‘’Bêrî’’… Ez, diya min û birayê min me amdekariya çûna Agiriyê dikir. Berî çûnê heyecaneke mezin bi me re hebû. Ev ne tenê cara yekem an jî duyem bû em ê biçûna. Em gelek caran çûbûn. Lê belê ev çûna me ya nû ji yên din cûdatir bû. Ji ber ku em ê îcar yekser neçûna gundê xwe, em ê biçûna Bazîda rengîn. Cihê ku Mem û zîn bûbûn destan, cihê xewn û xeyalên Xanî Baba, cihê ku bazên çiya bi mêrxasiyeke mezin di hemêza çiyan de hêlînên berxwedanê çêkirine. Ev gişt coşeke mezin dida me. Me amdekariya xwe xilas kiribû. Roja me hat û em çûn otogarê. Saet deh û nîv bû. Hereketa saeta otobusa ku em lê siwar bibûna 11:00 bû. H
Şeş Tîpên Kurdî
- Bağlantıyı al
- E-posta
- Diğer Uygulamalar
Ev tîpên li jêr ne ji rêzê ne. Baş bala xwe bidinê sê dengdêr (ê, î, û) sisê jî dengdar (q, w, x) in. Ev tîpên bedew û rengîn çend hezar sal e jiyana bav û kalên me xemilandine, hê jî dixemilînin. Bav û kalên me bi van tîpan xewn û xeyalên xwe, êş û kêfxweşiyên xwe anîne ziman. Bi van dengan gazî hev kirine, bi van dengan jev hez kirine. Ev şeş tîpên bedew rastî gelekî êrîşan hatine. Hatine qedexekirin û wek ji ne ji tîpan in hatine hesibandin... Ji bo van tîpan gelek can û c ananan canê xwe dane. Her wiha gelek keç û xort, kal û pîran jî mirazê xwe pê şa kirine. Gava dibêjin ''Ez û tu'' pileya hezê ji erdê ta asmana bilind dibe. Yan jî bi gotina ''Îşev were xewna min'' sarincên çolan jixweber tijî ava sar dike. Heke tîpa ''î' nebûya ''îşev'' ê çawa bihata gotin. Her wisa tîpên din... Ê, w, q, x... Û yên din... Ev şeş tîp delalên ber dilên me ne. Em tu carî wan bernadin. Bawer AgirÎ
Tu Çi Qas Şîrîn î Zimano!
- Bağlantıyı al
- E-posta
- Diğer Uygulamalar
Axx tu çi qas şîrîn î zimano! Ew qertafên te yên ji navdêr û rengdêran cuda dibin, min sermest dikin. Daçekên te, cînavkên te, hekaniya te, bilaniya te mirov dibilbilîne. Ez ê behsa kîjan taybetmendiya te bikim nizanim. Dema tu têyî bîra min tenê gotinek dinehwire li ser lêvên min ‘’mmm çi xweşik î’’ Axx ew lêkerên te yên xwerû, pêkhatî û hevedudanî wek tasek ava sar a zozana ye. Ew demên te, têdayî, dûdar, çîrokî û bê ya nêzîk, dike ku ez ji hemû deman ewk bibim. Avaniya tebatî, lebatî jî bi ser de tebata mirov tîne. Ez dikim bibim çîrokiya dema niha. Yanî berdest. Ez dikim bibim cînavka girêkî ya dibe pira navbera eşqê. De carekî min hemêz bi ravekên rêzîn. Min bibe çiyayê Agiriyê bigerîne bi gerguhêz û veguhêzê. Li Botanê silavekê bide Mîrê Mîran Bedirxan... Bawer Agirî
Laşê Min Ji Rihê Min Re Teng Bûye
- Bağlantıyı al
- E-posta
- Diğer Uygulamalar