Kayıtlar

Ocak, 2015 tarihine ait yayınlar gösteriliyor
Resim
Resim
Ku  çavên  reşbelek  bi kil be  gotinên şêrîn  ji dil be ew gul ez jî bilbil bim ez ê çawa nebim heyran... Bawer Agirî
Resim
Bibêje wê ji van deran  nebû xerîbek bû nediyar bû û çû bibêje toz bû bahozê hilda bir ez çi zanim bibêje wekî ewran bû bû gurminî wenda bû bibêje pelê darê bû riziya kete erdê bayê hilda bir perçiqî hûr bû belav bû bibêje berf bû baran bû lehî rabû erdê re xişikî çû bibêje xewn bû xeyal bû ne ras t  bû  derew bû û çû... Bawer Agirî
Resim
Ez niha li şevên sayî di navbera stêrkên asîmana li ber siya heyvê di valahiya gerdûnê de li te digerim... Bawer Agirî
Resim
Di êş û jana eşqa min de şevekê biafirîne bi rengê tariyê carek be jî nalîna dilê peritî binixumîne... Bawer Agirî
Resim
Her ku diçe bilind dibî dilê min şad çavên min ronî û asoya min fireh dibe ala min… Bawer Agirî
Resim
êş  zarokên şengalê ne kenên ku li qiblegeha pîroz manene êş rûxandina warê bav û kalan e wêrankirina dîrokê li pêş çavan e êş qedexekirina jiyanê ye koçberî ye terk kirine êş temaşekirina li êşan e pêxasên welatê min e êş ez im tu yî em in şevên kesernak ên nabin sibe ne êş di nava du lêvan de qîrîn û hawar e gazîkirina were were bangkirina neçe neçeye êş çavên bi hêsir ên li rûxandinê dinhêrine êş kurd e û kurdistan e... Bawer Agirî 24.08.2014
Resim
Barê me giran e biçûkê em kurd in wer tijî ne bi qîrînekê dikarin cîhanê bihejînin em ne sêwî ne ji me ditirsin ji ber ku em zarokên rojê ne ew dizanin heke em werin ser text em dê wan bikin binê teht... Bawer Agirî
Resim
Tu  dibêjî qey li ser  hêviyên min şert girtine kî tê lê dixe kî diçe hildiweşîne… Bawer Agirî
Resim
Were hinekî avê wer bike ser min ji bo  bitemire agirê eşqê çawa ku Memê xwe sparte evînê li xwe wer kir bi destê Zînê xakê tu jî li min wer bike bispêre xakê... Bawer Agirî
Resim
Ez ji te çûm tu ji min çûyî nizanim lê min bi zorê çavên xwe hînî çûyîna xwe û dûrbûna te kir ka were ji min bipirse min çend ayetên veqetînê jiberkirin da ku xwe hînî bê te bûnê bikim... Bawer Agirî
Resim
Asê li serê min bûye derd... hema bibêje em her roj  teqereqekê derdixin... mey jî li min nayê ku vexwim serxweş bibim... tûrê xeman li min giran tê... Asê xeydê dayne were çengek ''hez'' bide min... Bawer Agirî
Resim
Li pey xeyalên zarokan leşkerên kumsor digerin li ser hemû parzemînekê cihêkariyê direşînin bi pere ciwanan dikirin belaş difiroşin mirinê û dewlet qatilên mirovahiyê ne... Bawer Agirî
Resim
Em dikarin we bi kenên xwe bi stranên xwe bi sirûd û helbestên xwe jî bînin rê… Bawer Agirî
Resim
Di vê heysûbeysa man û nemanê de bi tenê tiştekî dixwazim  ''destên te''... di vê hêwirzeya hanê de dixwazim bi tenê hevokekî bibêjim ''werim cem te''... Bawer Agirî
Resim