Kayıtlar

Mayıs, 2014 tarihine ait yayınlar gösteriliyor
Resim
Min  nizanibû   rengê weqetinê çawa ye te   nîşanê min da min  nizanibû ken çawa têne kuştin te  nîşanî min da min  nizanibû bi awirên xapînok bi gotinên çilmisî   eşq çawa tê firotin te nîşanê min da... Bawer Agirî 5.5.2014
Resim
Di nava bîranînên   min de bi tenê   du tişt xweşik bûn yek çavên te   ên zeytûnî du fûrandina evînê ev jî besî min e... Bawer Agirî 6.5.2014 Bitikîne û guhdarî bike: https://www.youtube.com/watch?v=WvuW9nQE_Hs
Resim
Kenê te bêdeng dişewitîne hundirê min çavên min li benda te ye tu vê yekê nizanibî jî ez her şev navê te dinivîsîm li ser diwarê qeşayê ev gotinên min ji bo te ye ji te hez dikim çavreşa min… Bawer Agirî Bitikîne û guhdarî bike: http://youtu.be/N4Gd-oQnB7I
Resim
Wekî şevê Wekî şevê bi min re be heta sibe reş,reş min mêze bike wekî çavên xwe mîna şevê min veşêre bi rengê çavên xwe bila kes nebêje şev xirabe erjeng e tenê ye bêdeng e şev wekî te wekî min e bext reş e şev tenêtiye li bajarê bêkesan şev vedişêre birînên bi êş û nalîna dilê evîndaran… Bawer Agirî Bitikîne û guhdarî bike: http://youtu.be/TX9LLlmvftU
Resim
Bê henekên te me Ji te ji evîna te ji bêhna te ji kenê te ji çavên te ji henekên te dûr im niha,niha jî bê te me bê bêhna te me bê kenê te me bê çavên te me bê henekên te me… Bawer Agirî Bitikîne û guhdarî bike:http://youtu.be/3IYGo72r9vI
Resim
Bi te re me Gava tu êvarê noqî tenêbûnê bibî sibeke sar ya roj dereng lê hiltê şiyar bibî ger tu tenêbûnê hîs bikî û min bigerî destê te vala dilê te bi kul be hêstirên te birije çavên te şil be awirên te tûj dengê te zîz be wekî tariyê ronahiyê bigerî çavên reş bi hesret min bigere bizanibe ku ez bi te re me... Bawer Agirî Bitikîne û guhdarî bike: http://www.youtube.com/watch?v=WvuW9nQE_Hs&feature=share&list=PLk38ZIpBZmZfOslRmHH2YGo-rgQ3PlYsX&index=4
Resim
Tu Bibe Baran Tu bibe baran ez bibim ax bibare ser erdê min şil bike warê min tu bibe roj ez bibim tarî ronî bike roja min şa bike dilê min tu bibe jîn ez bibim vejîn em hevdu bijînin tu bibe av ez bibim bendav em can têkin nava can tu bibe gul ez bibim bilbil her roj ez te bêhn bikim tu bibe berfîn ez bibim berf her sal di dilê min de bibişkive tu bibe xezal ez bibim nêçîrvan her dem li pey te bigerim... Bawer Agirî 5.03.2013 Bitikîne û guhdarî bike: https://www.youtube.com/watch?v=Tw5QV_TKzPU
Resim
Ez niha li şevên sayî di navbera stêrkên asîmana li ber siya heyvê di valahiya gerdûnê de li te digerim... Bawer Agirî Bitikîne û guhdarî bike: https://www.youtube.com/watch?v=3IYGo72r9vI
Resim
Ji gula Min Re Tu di şevên kesernak de kenê li ser lêva min î tu di şevên bêdeng yên sar de germahiya bedena min î tu dema noqandina bêwext de parêzvanê canê min î tu dijminê xewnereşkê yî henase ya giyanê min î tu devilken,rûgeş û sebra dilê min î tu taca zêrîn ya li ser serê min î tu çîçeka nazenîn ya li nav bihuşta min î tu hatineke bidem de heycana temenê min î tu Sirûda herî xweş ya netewa min î... Bawer Agirî