Kayıtlar

Mirov bi Gazinan bi Ser Nakeve Divê Hinek Tiştan Bike

Resim
Te herî dawî   kengê ji bo tiştekî nû biryar da? Ramanên hinekan çima ew qas bandorê li ser te çêdike? Tu çima her tim bi rasteka(cedwel) wan hêvî, daxwaz,   xewn û xeyalên xwe dipîvî? Divê tu ji kesên ku bi salan in jîyana te jehr kirine, rizgar bibî. Divê êdî tu ji hêkê derkevî. Ramanên bîyanî yên ne yên te ne, dayîne alîyekî, sûdê jê wergire, lê neke malê xwe. Bes e, bibe yê xwe yan jî ya xwe. Temenê te bi awayekî nîvî bûye û tu hatî vê rojê. Tiştên ku di destê te da hene bi awayekî dikare te îdare bike. Niha dem dema ji nû va avakirina te ye. Ji bo guhartin û veguhartinê, bi tenê pêdivîya te bi te heye. Êdî ne li gorî hin kesan, divê li gorî dilê te jîyan dest pê bike. Tu amade yî? Kerem bike ez du pirtûkên ku dê te bike te pêşnîyarê te dikim... Min berê jî gotibû û ez niha jî dibêjim, ji bo guhartina takekesî, ji bo destpêkeke nû, divê mirov pirtûka Som Horn a bi navê Tongue Fuyê bixwîne. Divê em zanibin, dibe ku her pirtûkek ji bo mirov bibe pêngava jîyaneke nû. Di p

Navên Bajar û Navçeyên Kurdistanê

Resim
Her çi qas komxebata Rêbera Rastnivîsê biryara ‘’divê em hemû navdêrên nêr bitewînin’’ dabe; navên herêmên Kurdistanê wekî ‘’Kurdistana Bakurî, Kurdistana Başûrî, Kurdistana Rojhilatî, Kurdistana Başûrê Rojavayî’’ dabeş kirine û li ser me ferz kiribin û kêfa me ji vê yekê ra nehatibe jî, lê hinek mijarên xweş jî derpêş kirine. Yek ji wan jî navên bajar û navçeyên Kurdistanê ye. Min jî ji bo we li gorî herêman hejmara bajar û navçeyan kom kirin. Li gorî vê yekê li Bakur 25, li Başûr 6, li Rojhilat 4 û li Rojava jî 2 heb bajarên kurdan hene, bi giştî dike 37 bajar. Di nav van bajaran da bi 37 navçeyên xwe ve bajarê Urmîyeyê yê herî zêde xwedî navçeyan e. Bajarên ku herî kêm xwedî navçeyan in Colemêrg,  Îdir, Helpçe û Kerkûk e. Ji van bajaran jî her yek 3 heb navçeyên wan hene. Wekî encam li her çar perçeyên Kurdistanê 37 bajar û 336 navçe hene. Kerem bikin li gorî herêmên Kurdistanê navên bajar û navçeyan bixwînin.  Bakur Agirî, Avkevir, Bazîd, Dutax, Gîyadîn, Panos, Xa

Kurteya Tongue Fuyê

Resim
Têkiliyên di navbera mirovan de her ku diçe qut dibin. Şûna ku mirov pirsgirêkên xwe bi axaftinê çareser bikin, dixwazin bi êrîşên peyvkî yan jî yên fîzîkî çareser bikin. Gelo sedemên vê   çi ne? Elbet mirov dikare hezar sedeman   rêz bike, lê ez niha naxwazim qala wan sedeman bikim, ez hez dikim qala pirtûka Sam Horn a bi navê “Tongue Fu”yê(hunera şerê peyvkî) bikim. “Tongue Fo dibêje ku şûna ku em li benda sîsteman bisekinin ew me baş perwerde bikin, em dikarin wekî kes li gorî derfetên xwe, xwe pêş bixin. Bi vê armancê dibe alîkar ku mirov çawa dikare xwe li hemberî mirovên ‘’dijwar’’ biparêze. Wekî tê zanîn di cîhanê de, li her welatî mirovên zor û dijwar hene. Ji bo mirov helwesteke rast nîşanî wan bide, ji bo bi wan bide fêmkirin ku kirinên wan çewt in, divê hinek rêbazên xweparastinê zanibe. A ev pirtûk dibe alîkar ku mirov xwe li hemberî neheqiyê biparêze. Her wiha agahiyên girîng dide mirov. Pirtûk ji Weşanên Boynerê derketiye û 289 rûpel in. Mirov dikare li ser înter

Food Porn Çi ye?

Resim
Ev nav her çi qas erotîk û seksê bîne mirov jî, di van salên dawî de restoranên mezin çi yên di nav welatekî de, çi jî yên navneteweyî ji bo xwarinên xwe di hişê mirovan de bi awayekî bandorker bi cî bikin, makîneyên wêneyan û kamerayên herî pêşketî bi kar tînin. Şûna ku bi awayekî asayî reklamên xwarinên xwe bikin, bi zanebûn û hostayî wêne û dîmenên xwarinan di kêliya herî dilkêş û biçêj de dikêşin û her wekî ew wêne yan jî dîmen jirêzê ye, belav dikin. Bi vê ve gêrêdayî bi liv û tevgerên ecêb yên ku nefsa mirov radikin û madê mirov vedikin bi kar tînin. A ji vê yekê re dibêjin ''Food Porn''. Restoranên mezin berê dema ku kamera û makîneyên pîkselên wan baş nîn bûn(makîneyan wêne reş û spî derdixistin), reklamên xwe di rojname û kovaran de belav dikirin. Lê niha rewş hatiye guhartin. Niha makîneyên wêneyan ên pîkselên wan baş û kamerayên herî pêşketî derketine. Bi vê ve girêdayî sosyal medyayê jî pir baş bi kar tînin. Ev hemû deref dihêlin ku sermayedar li her der

Divê Kî di Halê Xwe de Bigirî?

Resim
Mêrên ku di bin navê azadiya jinê de xwe dikujin, divê pêşî di halê xwe de bigirîn. Çima? Bakteriyên ku di rûviyên zilam de hene, nîvê wan di rûviyên jinê de hene. Yanê heke bi giştî di rûviyên zilam de kîloyek bakterî hebe, ev rêje di jinê de nîv kîlo ye. Ev jî tê wê wateyê ku tenduristiya jinan ji ya zilaman baştir e. Hûn qet meraq nakin jin çima ji zilaman zêdetir dijîn? Ez bawer im vê mijarê bala we jî kişandiye, lê we li ser vê lêkolîn nekiriye. Di vir de mijara me ne temendirêjî ye. Ji ber vê yekê em vê daynin aliyekî. Her wekî min li jorê jî got bakterî di rûviyên mêran de zêdetir hene ev yek; a duyemîn gaza ku di mîda zilam de heye, ji ya jinê zêdetir e. Mirov di vir de fêm dike ku avantajên jinan ji yên zilaman zêdetir in. Îcar hesab bikin divê kî di halê xwe de bigirî!.. Elbet avantajên mêran jî hene, lê ev niha ne mijara me ye... Bawer Agirî

FOMO çi ye? Em Çawa Dikarin Xwe jê Biparêzin?

Resim
Berî ku em derbasî mijara xwe bibin, em bi henekekê dest pê bikin. Em bibêjin hûn wateya FOMOyê nizanin. Kesek ji we re dibêje, ‘’tu fomo yî’’ hûn ê çi bikin? Îhtîmaleke mezin e  ji ber ku hûn wateya wê nizanin, hûn ê vê gotinê lê vegerînin û heta hûn ê çend dijûnan jî bidin ser.:) Lê meraq nekin, ev ne dijûn e. Ev mijareke pir girîng e û divê em baş bixwînin. Em werin ser pirsa xwe. Fomo çi ye? Fomo  kurteya îngîlîzî ya ‘’Fear of missing out/fîir af mîsîng aût’’ e. Tê wateya tirsa windakirinê, tirsa ji pêşketinan mayîn. Têgiha ‘’FOMO’’ di sala 2013an de ketiye ferhenga Oxfordê. Gelek kes serê sibê radibin, berî ku rûyê xwe bişûn û taştê bixwin,li hinek tiştên pir girîng dinêrin! Bi rastî jî ew tişt pir girîng in? Bê guman na. Telefonê hildidin destê xwe, pêşî li peyaman dinêrin, paşê jî çavên xwe li sosyal medyayê digerînin. Di facebookê de dest pê dikin... Ka kê di binê wêneyê ku min duh êvarê parve kiribû de şîrove kiriye. Dûre li twîtterê dinêrin. Kê çi parve kiriye û çi

Pomodoro çi ye? Bi Rêbaza Pomodoroyê Wane û Karên Xwe bi Hêsanî Bikin

Resim
Dema ku hûn dil dikin  waneyên xwe çêkin an jî karekî din bikin hi şê we diçe cihekî din? Hûn nikarin rojane dema xwe kontrol û saz bikin? Hûn xwendekar, bernamenûs, nivîskar, rêveber, mamoste û parêzer in? Qet ferq nake. Ez ê ji we re qala rêbaza Pomodoroyê bikim. Hûn ê bi vê rêbazê bikaribin karên xwe bi rêk û pêk pêk bînin. Em dest pê bikin… Gelek caran hatiye serê we jî. Dema ku mirov hez dike karekî bike yan jî waneya xwe çêke, cardin dev ji wî ramanî berdide. Lê teqez divê mirov karê xwe bike û xilas bike. Hin kes nizanin rojane dema xwe saz bikin. Difikirin ku yê karê xwe kengê û bi çi awayî xilas  bikin.  Morelê wan xirab dibe, ji kar an jî ji waneyê sar dibin.  A di vir de rêbaza Pomodoroyê  dikeve dewrê.   Pomodoro çi ye? Di sala 1980ê de ciwanekî îtalî yê  bi navê   Francesco Cîrîllo dikeve wê ferqê ku nikare dema xwe li gorî karê xwe saz bike. Paşê difikire ku dê vê pirsgirêkê çawa çareser bike. Di dema fikirandinê de li mitbexê ye. Ji nişkê ve kronometrey